LÊKOLÎNA ZANISTÎ ÇAWA TÊ KIRIN

HOW TO CONDUCT A SCIENTIFIC RESEARCH

Mehmet YAVAŞ

KURTE

Di mijara lêkolînên zanistî de yek ji astengiyên derdikeve pêşberî lêkolîneran kêmasiya rêbazeke lêkolînê ye. Lewra lêkolînên zanistî li gorî hin rêzik û rêgezan têne kirin. Gava lêkolîner van rêbazan nizanibin, nikarin bi awayekî baş û serkeftî ji nav karê lêkolînê xilas bibin. Bi mebesta sivikkirina barê lêkolîneran li ser vê mijarê gelek xebatên bi akademîyê re têkildar hatine kirin. Ev xebat di qada lêkolînê de ji aliyê lêkolîneran ve tên emilandin. Lê bi kurdiya kurmancî me ti xebateke sîstematîk  a derheqê vê mijarê de nedîtiye. Ji lewre ev xebata me hewl dide ku vê valahiyê dagire.Armanca me di vê xebatê ew e ku xebata me di qada lêkolînê de ji bo lêkolîneran û nemaze ji bo xwendekar û lêkolînerên kurd ên naşî re bikêr be.

Peyvên sereke: Lêkolîna Zanistî, Rêbazên Lêkolîna Zanistî, Merhaleyên Lêkolîna Zanistî

ABSTRACT

One of the obstacles facing researchers in the field of scientific research is the lack of a research method. Because scientific researches are conducted according to certain rules and methods. When researchers do not know them or act accordingly, they cannot handle and finish the research work successfully. In order to alleviate the burden of research for new researchers, many studies have been done on research methods. Students and new researchers make use of them in the field of research. But in Kurmanji Kurdish we have not seen any systematic work on this subject. So our study is trying to fulfill this need. Our aim is to put scientific research methods into service for students and researchers, especially Kurdish speaking ones.

Keywords: Scientific Research, Scientific Research Methods, Steps of Scientific Research