SEDEMÊN GUHERÎNA ZİMÊN DI KOVARA HAWARÊ DE

Resul GEYİK

Mardin Artuklu Üniversitesi

resulteacher@gmail.com

https://orcid.org/0000-0003-3516-098X

Kurte

Gelek sedem hene ku zimanan diguherînin û ev pêvajo jî pêvajoyek e ku kes nikare dem û şeklê guherînê bi awayekî rast texmîn bike. Gelek sedemên giştî wekî çîna civakî, emir (temen), zayend, çand, dîn, sîyaset, ekonomî, erdnasî (erdnîgarî; coxrafya), zarok û zaroktî, hevragihandina zaravayan û teknolojî hene. Lê kijan sedêm li ser kîjan zimanî çawa bandorê dike ev xebatek û pêvajoyeke din e. Lê sedêmên kovara Hawarê divê li gorî dema xwe, rewşa dinyayê û şert û mercên ku însan tê de bûn bên nirxandin. Destpêka alfabeya latinî û adaptasyona zimên û guherîna zimên gelek normal e. Loma hinek sedemên taybet jî bo guherîna zimên derdikevin û bi saya kovarê êdî roj bi roj ziman di nav gel de belav dibe. Wekî tê zanîn, guherîna zimên pêvajoyeke bêsînor û demdirêj e lê bi saya kovarê em dikarin faktorên ku li ser zimên bandorê dihêlin, bişopînin û tesbît bikin.

Peyvên sereke: Guherîna Zimên, Hawar, Kurmancî, Werger, Erdnigarî

PDF İNDİR: