Dîroka Rexneya Edebî ya Kurdî  Li Başûr

مێژوويا  رەخنەيا ئەدەبا كوردى  ل باشوور

Historical Analysis of Kurdish Literary Criticism in the South

Rabeea Ismael Khalid ZEBARI

Knowledge University

Faculty of Science

Computer Science

Erbil, Iraq

e-mail : rabeea.zebary@knu.edu.iq,

orcid: 0000-0003-1360-4105

Assist. Prof. Dr. Mehmet Veysi BABAYİĞİT

Batman University

School of Foreign Languages

Turkey

e-mail: m.veysi.babayigit@gmail.com,

orcid: 0000-0003-4136-7434

KURTE

Rexneya edebî pişkeke ji edebnasîyê ye. Çendîn qonax û çax derbas kirine. Di her qonax û çaxekê de rexnegiran bi awayekî serederî digel têksta edebî kirîye. Roleke baş lîstine ji bo pêşxistina têkstên edebî. Çendîn teorî derketine holê. Derketina her teorîyekê ji bo sererastkirina şaşîyên teorîyên berî xwe bû û li ser şaşîyên wan disekinî. Heta roja îro guhertin di rexneya edebî de didomin.

Em ê di vê lêkolînê de dîroka rexneya edebî li Başûr, li gorî devera Soran û Badînan eşkere bikin. Her weha em ê behsa destpêka rexneya edebî li Başûr bikin heta 2003an. Armanca vê xebatê ew e ku di edebiyata kurdî de berhemên cihêreng dikarin bi awayekî rexneyî werin lêkolînkirin.

         Helbet rexneya edebî li Başûr, li gorî parçeyên din bêhtir pêş ketîye. Çunkî kurdên li Iraqê bêhtir ji parçeyên din azadîya nivîsandinê bi zimanê kurdî heye. Rexneya edebî li Başûr, di nava soranan de reh û kokên wê ji bo edebîyata kilasîk a kurdî dizivire. Yekemîn helbestvanê qala rexneya edebî kiriye Nalî ye. Daneyên ku di vê lêkolînê de hatine bikaranîn bi lêgerîna modelî hatine berhev kirin û analîza van jî bi nîtelî hatine kirin.

Peyvên Sereke: Rexne, Rexneya Edebî, edebîyata kurdî, Dîroka Rexneya Edebîyata Kurdî

PDF İNDİR: