Nusxeyeke Nû ya Luxetnamey Ehmedî li Pirtûkxaneya Dêra Şehîd Mor Bêhnam a Mûsilê

Dr. Araş. Gör. Yakup Aykaç

Kurte

Ferhengên menzûm yek ji wan berheman e ku di serdema navîn de bêtir li biwarê perwerdeya zimên derketine pêş. Wek tê zanîn, ferhenga menzûm a ewil di dîroka edebiyata kurdî de Nûb(ih)ara Biçûkan a Ehmedê Xanî ye ku di vî warî de bûye pêşeng. Piştî ferhenga Xanî, hin ferhengên din jî hatine nivîsîn ku yek ji wan Luxetnamey Ehmedî ya Şêx Me‘rûfê Nodeyî (1753-1837) ye. Şêx Merûf ji ber ku di serdema xwe de alim û mutesewifekî mezin bû, lewma bi qasî pêncî berhemên wî bi taybet li bajarên wek Silêmanî, Sinê û Kerkûkê belav bûne û di medreseyan de hatine xwendin. Yek ji wan berhemên wî ferhenga wî ya menzûm e ku gelek deng daye lêbelê hin nusxeyên kevin ên vê berhemê hê nû peyda dibin. Mijara vê gotarê nasandina nusxeyeke nû ya Luxetnamey Ehmedî ye ku li “Pirtûkxaneya Dêra Şehîd Mor Bêhnam” a li bajarê Mûsilê peyda bûye. Giringiya vê nusxeyê jî ew e ku yek ji wan destnivîsên herî kevn e, û herweha heta niha nebûye mijara lêkolînê. Weke rêbaz, me ev nusxe bi lêkolînên berê yên li ser vê xebatê hatî kirin dane ber hev û, beytên cuda û têvel destnîşan kirin. Armanca vê gotarê ew e ku bi tesbît, tewsîf û nirxandina vê nusxeyê tevkariyê li cihana destnivîsên kurdî bike.

Peyvên Sereke: Destnivîsên Kurdî, ferhengên menzûm, Luxetnamey Ehmedî, Şêx Me‘rûfê Nodeyî, Mûsil, Dêra Şehîd Mor Bêhnam.

PDF İNİDR: