DI HELBESTÊN GULISTANA SE’DÎYÊ ŞÎRAZÎ DA BIKARANÎNA HEYWANÊN ERÊNÎ Û NEYÎNÎ
Mehmet Garip Tekeş
Dicle Üniversitesi
Yüksek Lisan Öğrencisi
Kurte
Ev lêkolîn di derbarê Gulistana Se’dîyê Şîrazî, bikaranîna motîfên heywanan, bi çi awayî hatine bikaranîn, bi erênî yan neyînî û çima erênî yan jî çima neyînî hatine bikaranîn, di helbestê da maneyeke çawa dane hatîye tetkîk kirin. Metaforên heywanan di dîrokê da çima maneyên erênî û neyînî girtine, bi kîjan taybetîyên xwe ve ev heywan di nav gel da cih girtine mijarên sereke yên vê lêkolînê ne.
Di destpêkê da rê û rêbazên xebatê tê ravekirin. Di beşên heywanên erênî û heywanên neyînî da di derbarê heywanên ku helbestan da hatine bikaranîn ji alîyê rehnasîyê ve, ji alîyê maneya erênî yan jî neyînî ve, mantiqa derketina wê ya dîrokî û di helbestan da bi çi awayî hatîne bikaranîn tê ravekirin.
Peyvên Sereke: Se’dîyê Şîrazî, Heywanên erênî, Gulistan, Heywanên neyînî, Helbest